|
FELSEFE
ADAR JIYAN
Felsefe, kartékeriya ramanî ya pékanîna derencamén légerîna nézîkdayinén rexeneyî, yén gelþén hebûn û wateyé ye. Digel çanda yewnanî ya kevnar derketiye holé û di navenda dîroka mirovahiyé de, wekî destpéka zanîn û þarezahiyé hatiye pejirandin
Felsefe, wekî zanisteke bingehîn ya zanîna civak û xwezayé û zagonén hiþmendiyé yén bingehîn û jéderka zanistiyé té zanîn. Bi rastî jî wisa ye. Mirov bi saya zanisté dibe xwedî raman. Pékhatina ramané béyî zanîné; ya zanîné jî béyî felsefeyé ne pékan e. Bi kurtayî, mirov dikare bibéje felsefe çavkaniya hemû beþén zanîn û zanyariyé ye. Ango felsefe zanista zaniné bi xwe ye.
Koka felsefeyé, ji peyva hevedudanî ya ku ji philia; “hez”, hezkirin” û sophia; “pirzan”, “zanatî” pékhatiyé û li philosophia; “felsefe”yé dageriyaye. Îcar ji kesé ku bi kurahî liser felsefeyé hûr dibe re jî philosophos “feylesof” té gotin. Philosophos(feylosof), té wateya kesé/a ku li ser bastûra heyberan lékolîn û dahûrandiné dike. Li gora çavkaniyén dîrokî; té gotin yé kû cara yekem ev gotin bikaranî ye, feylesofé navdar Herakleîdes e.
Wekî ku me li joré jî got, rikné hemû cureyén zanîné felsefeyé. Çendî ku zanînén wekî yén fîzîk, kimya, aborî, dîroké û hwd. yén civaknasiyé, wekî zanînén xweser béne zanîn û qada wan ji ya felsefeyé cuda bé xuyakirin jî , dîsa péywendiya wan rasteré bi felsefeyé re heye. Ev hemû zanîn bi pé péþveçûna dîroké û tékuzayiya mirovahiyé re diguherin û wate û tégihén wan yén hundirîn li þéweyeke din dadigerin Belé zanîna komén felsefî gelekî zexm û tirûþdar e. Heta wate û tégihén felsefeyé zû bi zû naguherin. Ango temendiréj û mayin de ne. Bo wé mirov dikare bibéje felsefe, wekî hemû þaxén zanîné; sparteka civaknasiyé ye jî. Belé dîsa, çawa ku mirov nikare eynîbûna felsefeyé û þaxén zanîné yén din bipejirîne; mirov nikare jé cuda bûna wan jî bipejirîne. Dibe ku her þaxén zanîné ne felsefe bi xwe be, belé ji kurahiya felsefeyé dinisilin û ji felsefeyé sûdé werdigirin. Ango qurma hemû guliyén zanisté felsefe ye.
Kesé/a ku felsefeyé nexwîne an jî hayé wî/é ji felsefeyé tune be, nikare wateya tu tégînan ya rasteqînî dayne û bûyeran bi wateyeke rastîn þirove bike. Felsefe, hilika zanisté ye. Mirové/a ku ji zanisté sûdwerdigire an bi zanisté bawer dike her gav li gora rébaz û rézanén zanistî tevdigere. Bûyeran li gora rézana sedem û encam þirove dike. Felsefe, teþegirtina hiþmendiyeke civakî ye. Ji zanîna hilberîné bigir heta aboriyé, ji zanîna dîroké bigir heta ya çand û dîrok û civaknasiyé; ji zanîna perwerdehiyé bigir heta ya çand û huner û wéjeyé; hemû þaxén zanîné û nézîkdayinén zanistî li ser hîmé felsefeyé bilind dibin û diperisin. Wekî din jî felsefeya zanistî, peresîna zagonén civakî yén giþtî derdixe holé û civaknasiya zanistî jî pék tîne Bi rastî jî damezrîneré civaknasiya rastîn ev felsefeya zanitî ye. Belé ligel hemû tiþtî felsefe jî li gora héza diyarker ya hilberîné an jî bi péwendiyén hilberîné re teþe digire.
Ferhengnasén felsefeyé yén navdar, P.Yudîn û M.Rosenthal girîngiya felsefeyé nîþan didin û wisa dibéjin: “Felsefe, navgîniyeke hézdar ya zanîn, livbatî û çalakiyén mirov e. Pékereke çalak ku her gav zandarî û kardariyé péþ de dibe ye. Bi feraseteke felsefeyeke wisa re, beþén felefeyé; ango derûnnasî (psîkolojî), civaknasî (sosyolojî), sinc û gewzîn her diçin li zanînén xweser yén ku wekî kevneþopiyén felsefeyé tén zanîn dadigerin. Rast e. Wekî li joré jî me got; hemû beþén zanîné xwe dispérén felsefeyé. Lew ra armanca hemû zanînan dîtina péwendiya navbera tiþte û kirdeyé ye. Hin zanîn an jî zanyar, tiþteyé wekî bingeh, hin jé jî kirdeyé wekî bingeh dipejirînin. Jixwe gengeþiya gelemþeya navbera hemû zanînan jî ji vé xalé de dest pé dike. Wekî ku té zanîn jéderka hemû zanînan felesfe ye û felsefe jî bi gelek cûreyan ji hevûdin vediqete. Belé du herikînén felesefeyé yén bingehîn hene: Yek ,Felsefeya Mengîwer (îdealîst) du; Felsefeya Pézewar(materyalîst). Felsefeya mengîwer, ramané (îdeyé) û ya pézewar jî daringé wekî diyarker dibîne. Ji roja ku felsefeyé dest pé kiriye û heta îro gengeþiya navbera herdu ferasetén felsefî bi hemû dijwariya xwe didome û dé bidome jî. Ji do heta îro, pérézkarén herdu fersetén felsefeyan, yek jé Hegel, yé din jî Engels e. Hegel li gor demé ramané, û engels jî daringé wekî bingeh dibîne. Gengeþî jî bi gelemperî li ser vî hîmî didome. Engels dibéje : “ Ew mirové ku hegel seberjérkî dalqandibû me li ser piyén wî da rûnandin.” Marxs dibéje:” Me tiþtek li xwezayé zéde nekir. Tené me ew wekî ku dixuye hilda dest û þirove kir.” Parézkarén felsefeya mengîwer, Calvin û Luther jî ramanén xwe yén perevajiyé felsefeya pîzewar ku li gora dogmayén olî teþe girtine bi vî awayî tînin zimén û dibéjin: “ Divé hest, raman, hezkirin hilberîn, behre û hézén veþartî yén mirov ,yén civaké béne pépeskirin û dewisandin.” Lew ra ev herdu ramanwerén mengîwer, armanca hebûna mirov xwe gazîkirina xwedawendiyé dibînin. Dîsa Calvin dibéje “Karesata tirsnaktirîn tevger û biryardayina mirov ya bi seré xwe ye.” Li gora nérîna Calvin, divé ku mirov hîçayiya (rebeniya) xwe dizanibe û bo kémxistin û mirandina xwe çi ji desté wî/é bé bike. Li gora Luthe jî, sparteka mezintirîn ya mirov héza xwedayî ye. Mirov ne xwemal e(aidé xweye). Ev feraseta ku mirov reben û serberjér dike û wî/é berbi evdîtiyé(bi taybetî evdîtiya evd û serdestan) de didehfîne; hé ramana déré (kinîse) ya Serdema Navîn e.
Îcar, þirovekirina xwezayé, baweriyén olî, raman, nézîktédayin û tékildayinén civakî û mirovî hemû, an li ser hîmé felsefya mengîwer an jî ya pézewar bilind dibin. Çavkaniya civakén çînî, métingerî, kedxwarî, þer û pevçûna navbera mirovan, pirsgirékén herémî û gerdûnî hemû, héza hilberîné ya ku felsefe bixwe jî afirandî ye ye. Çendî ku herdu ferasetén felesefeyé ji hev cihé béne xuyakirin jî dîsa dozîneya teþeyén aborî yén civakî dozîneya herdu felsefeyan ya hevpar e.
Nemaze, di navbera felsefeya pézewar ya dîyalektîk û civaknasiyé de péwendiyeke zexm û kûr heye. Lew ra felsefeya diyalektîk, péwendiya, mirov û xwezayé, ya xwezayé û civaké û civak û dîroké hildide dest û hemû bûyeran li gora péwendiya sedem û encamé dinirxîne. Wekî din jî em dibînin îro, hebûn û hiþmendî, komén pézeyî û ramanî geþedaniyén civakî yén dîrokî û gelek kategoriyén zanîné yén din li gora tégînén felsefeya pézewar ya diyalektîk téne rave kirin û watedarkirin. Wekî ku Luther û Calvin dibéjin, gelo bera mirov bi qasî ku bi fermandanan rabe û rûné û fikirîn û ramîna wî/é li seré wî/é bibe bela û rebenekî/e ku nikare bi seré xwe tevbigere ye; an wekî feylesofén ku felsefeya pézewar dibarézin; hebûneke ku xwezayé bi héza xwe diguhere û di xizmeta xwe de dixibitîne ye ? Felsefeya dîyalektîk; felsefe jî té de, afirîneré her tiþtî daringé dibîne. Mirov bixwe jî hebûneke daringî ye. Ango, feraseteke ku her tiþt bo mirov û bi desté mirov pék té, diparéze.
Felsefe, xweyîkirina ramané ye. Hilberandina ramané, taybetmendiyek e ku di xwezaya mirov de bi cî bûye û wî/é ji lewiran vediqetîne ye. Wekî din jî felsefe, rézkariya vegotina daxwaza bikaranîna behreyén ramana takekes; ya ragîhîna rasteré ya rasteqîniyé ye. Ango ramana felsefeyî zanistî dibin tu serdesthilatiyan de namîne. Mirové/a ku bi felsefeyé mijûl dibe dikare her gav li hemberî bûyeran, mantiqa xwe bi serbestî bide xebitandin û azadane tevbigere. Bo ku mirov dikaribe wekî azad bifikire an bijî divé ku di bin bandora tu héz û serdesthilatiyan de nemîne û héza xwe ya ramanî bi sebestî bikar bîne. Bi vé wateyé jî mirov dikare bibéje felsefe, mirov hézdar azad û serbixwe dike. Riya li ber peresîna behreyén mirov vedike û bi navé mirovahiyé wî/é bi nirx û héjahiyén zexm dixemilîne. Felsefe, hemû behreyén mirov yén beþenî û bîrayî, di bin roniya hewn û zanisté de béserûbin diperisîne û dikemilîne.Bo ku mirov dikaribe li hember astengiyén ku li péþberî mirovahiyé hatine danîn þer bike an jî wan ték bibe, divé ku mirov ji felsefeya zanistî û diyalektîk sûdé wergire. Lew ra felsefe riya héz û derfet û fersenda tékoþîné jî bi ber mirov dixe.
Di derbaré felsefeyé û kesén ku bi felsefeyé eleqedar dibin, gelek tiþt téne gotin. Heta di nava gel de behsa péþgeriyeke wisa té kirin. “Yén ku felsefeyé dîxwînin û bi felsefeyé mijûl dibin, an dîn dibin an jî dev ji dîn(ol) berdidin.” Ev, ne tiþtekî rast e. Careké, mirové ku bixwîne dîn nabe berevajiyé wé, dibe yén ku nexwînin d în bibin. Ya din jî, dîn (ol) bixwe bi felsefeyé re derketiye holé. Di derheqa felsefeyé de, ramanweré navdar yé îslamî Îmamé Xezalî dibéjé “Kesén ku tené li olé hûr dibin, dibine þét (maniyak) û yén ku tené li felsefeyé hûr dibin dibine béol (xwedé nenas”
Felsefe çavkaniyeke zanîstî ye. Zanist, li ser hîmé þik û gûmanan hatiye damezrandin. Kesé/a ku nikaribe bikeve nava fikar û gûmanan, nikare bi zanîné mijûl bibe, rastiyé niqaþ bike û tûþî rasteqîniyé bibe. Felsefe, mirov berbi zanîn û zanistiyé de dihefîne. Kesén ku bi felsefeyé mijûl dibin nérîn û nézîkdayinén wan rexneyî ne û dikarin bi zanistî tevbigerin. Kesén ku ji felsefeyé sûd werdigirin dikarin bi çavekî rexneyî li cîhané dinerin û bi heman awayî dikarin bûyer û léqewmînan rexne bikin. Gotina kin; ne civaknasî pékan e ku béyî felsefeyé û ne jî felsefe dikare béyî civaknasiyé hebûna xwe bidomîne. Wekî ku li joré me got; civaknasî, cara yekem bi felsefeyé re li zanîstiyé dageriya ye û wekî zanîneke rastîn dergetiye holé. Jixwe pirsgiréka felsefeyé û zanîné ya bingehîn, pirsgiréka navbera péze û giyané ye. Péþî ev pirsgirék wekî ku li derveyé civaknasiyé té dîtin dixuye. Belé gava ku mirov li angaþtén civaknasén mengîwer û derîsiruþtî dinére, ev pirsgirék jî wekî pirsgirékeke taybetmendiya derezanistî ya hemdem té dîtin.
ROMAN SÎTAVA JIYANÊ YE
Roman, tégîneke wéjeyî ya ku koka wé ji peyva “Romanus” ya latînî, ku té wateya “çîroka bûyera rastîn an jî nîgaþî ya pexþan” té ye.
Wekî cureyeke wéjeyé, pénasa û watedayina romané ne tiþtekî hésan e. Lew ra roman jî wekî hemû cureyén wéjeyé, wate û raveya wé li gora dem û rébazén wéjeyî an jî hunermendén demé té guhertin. Belé mirov dikare bi kurtayî an di di wateyeke teng de bibéje roman, nivîsén dûvdiréj yén ku bûyeran bi awayekî rastîn û bi zerengiyeke berfireh hildide dest û lékolîna xislet, civak, nérît, hest û dahûrandina azweriyén mirov vedibéje ye. Armanca romané, nasandina xisletan û ragihandina séwirandina bésiûdî û hejaniyan ya ku bi alaviya bûyeran té vegotin e. Romana xurt û sergewer dikare xwe bi her awayî bikirmiþîne, bikeve her dirûvî û cihé cihé ji her méjiyî, ji her bedewiyé û her mezinahiyé re bibe navgîn. Dikare bang li her nîgaþbaziyé û rastîbîniyé/é bike û gelek deriyén nepenî yén gerdûné li mirov veke.
Her romanek jiyaneké, cîhaneké heta mirov dikare bibéje xwezayeké þirove dike. Di tevé romanan de tukes nikare li du kes an jî du qewmînén ji hev rast bé. Heta di tevé wéjeyé de tu kes nikare li du romannivîsén ji hev rast were. Roman, digel þewqdana civakî, di bin daraza fermana fikr û ramana romannivîs de dimîne. Roman miréka sinc û gerdîþén civaké ye. Roman camidî ye. Ew tiþtekî veþartî nahéle û dîmena ku dibîne bi awayekî eþkere hildide dest. Tiþtekî ku di jiyana rastîn de hebe û derbasî romané nebe nîn e. Di romané de sînor nayé danîn. Lewr ra di romané de hémanén ku ji rastiyé téne wergirtin héza nigaþ û dewlemendiya hundirî ya romannivîs xurtir dike û heta heyînén jiyana rastîn li pey xwe dixirikîne. Bo wé gelek caran té gotin ku romannivîs mirové ku ji xwe bi dûr ketî ye. Belé ne qure ye; dilnizm e. Ew her gav xwe li pey lehengén xwe diheþifîne. Ew kesékî/e feþartî û winda ye. Tu kes nikare wî/é di romané de bibîne. Car caran wekî siyeké dide pey lehengén xwe, wî/é diþopîne û bédeng dimeþe. Romannivîs, lehengé xwe ber bi gétiyeke nû de dixirikîne. Peyre hin bi hin mirov dikiþîne nav rakéþarî, dilniwazî û veþarîtiya jiyana lehengén ku ew bixwe parçeyek ji jiyana me ya rasteqîn in. Jixwe romana rasteqîn jî ev e. Ango, divé ku romannivîs rébayeke cawîdan efsaneyî bide çîroké. Çendî ku çetîn be jî, ev çawanî bo roman û wéjeyé péwistîbûneke girîng û jénager e.
Daraza ku em derbaré romannivîs de didin, girédayî pirî an jî hindikiya tiþtén nenasbar yén ku aþkerekirina kurahî, xweþikî û bedewiya þayesandiné dike ye. Digel hemû tiþtî dîsa jî ne pékan e ku mirov dikaribe bandora demé an jî mercén dîrokî, civakî û aborî yén li ser romané mandele bike.
Wekî tézanîn di derbaré romané de di navbera romannivîs û vekolînerén wéjeyé de gelek nerînén cur be cur hene. Belé ne pékan e ku mirov van hemû nérînan pevgîhîne an pénaseke xuya û aþkere bo romané dayne. Bi hîmî gava ku mirov di maweya méjuyé de berhemén romannivîs û wéjevanan li ber çavan radixé, sé cureyén romané yén bingehîn derdikevin péþberî me :
1. Romana Destanwarî (epîk) : Ev roman, serenc û serpéhatiyén lehengekî/e tek xislet yén westar vedibéje. Di vé romané de léqewmîn bé rawestan diguherin, belé leheng heman e. Qet naguhere.
2. Romana Dilþewat (dramatîk) : Ev roman, guhertina leheng ya li hember léqewmîn û jiyané vedibéje. Di vé romané de leheng bi demé re té guhertin. Tevger zéde xwe nade péþ; bétir derûniya leheng derbasî péþ dibe.
3. Romana Coþdar (lîrîk) : Ev roman, ji jiyan û mirov bétir, bi awayekî hunermendane xebitandina herka giyana mirov vedibéje. Di vé romané de bétir nîgaþ, sawér, dilwasî û hestén nehevgirtî xwe didine péþ; ango di romané de her gav mirov wekî kesekî/e heliyayî dixuye. Mirov dikare romana Goethe ya bi bi navé Werther wekî minak nîþan bide.
Digel van hersé cureyén bingehîn yé romané, dîsa mirov dikare gelek caran
taybetiyén van hersé þéwazan di heman romané de li nik hev jî bibîne.
Wekî din jî li gora rébaz û qaîdeyén romané an jî lîteratûra wéjeyî hinek hémanén romané hene :
1. Bûyer : Romannivîs, mijara romana xwe qasî ku ji jiyana rojane digire dikare ji dîrok, çîrok, çîrvanok û mîtolojiyé jî bigire. Bi rastî mijara romané, ji navgîna derbirîna hest û raman û nérîna romannivîs péve ne tiþtekî din e. Çi þayesandina jiyana rojane û çi jî rasteré vegotina gétiya xwe ya hundirî, hest, nîgaþ, xewn an jî nérînén xwe yén derbaré jiyan û cîhané; çi dibe bila bibe, her hunermendek di karé xwe de jiyaneke nipînû û cihéreng radixe ber çavan. Bi xwezayî ev jiyana ku di romané de té þayesandin ne jiyaneke rasteqîn e. Belé mirov dikare bibéje ew sentez an jî þirovekirina jiyana rastîn e. Heta jiyana romané ji jiyana rastîn tîrtir û girantir e. Romannivîs hin beþén jiyana rojane yén yeknesak (monoton) dide alî û ji xwe re (bo romana xwe) beþén manîdar hiltîne. Peyre wan bi awayekî hunermendane digihîne hev û jiyaneke nû derdixe holé.
2.
Kes (kesan) : Béþik kesén ku di romané té behsa wan té kirin mirov bi xwe ne. Ji ber ku romannivîs bixwe jî mirov e, dinavbera
wî/é û lehengé/a romana wî/é de péwendiyeke zexm û cihé xwe dide péþ. Ev péwendiya
taybet di tu þaxén huneré de jî xwe bi vî awayî nikare bide der. Bo mînak : Wénesaz an
peykertraþek çendî ku nexwaze jî dîsa dibe ku di hunera xwe de ji bilî mirovan
heyberekî din vebéje. Belé romannivîs kém-zéde
(pir-hindik) ji peyv û gotinén ku hest û
raman, kéf û coþ an xemgîniyén wî/wé tîne zimén kesayetiyeké pék tîne û li
gora dilé xwe zayend û navekî lé dike. Ango kes û leheng gelek caran ew bi xwe ye. Bi vî awayî
kesén ku di romané de cî digirin ew kesén ku di méjiyé romannivîs cî digirin bi xwe ne.
3.
Péwendiya Navbera Kesan : Di navbera kes û lehengén romané de gelek péywendiyén cur be cur hene. Di romané de
kes û leheng, ji hev hez dikin, ji hev didexisin, dixwazin tola xwe ji hev bistînin, an
jî alîkariya hev dikin. Di romané de ev peywendî gelek caran di evîneke sékuj (ségoþe)
de asé dibe. Du mér ji jineké, an berevajiyé wé, du jin ji mérekî hez dikin.
Péwendiya navbera kesan li gora rewþa bûyeré teþe digire û tékoþîna navbera wan
ya li hemberî hev jî bi wî awayî didome.
Belé di romana rastîbîn ya komalî de mijara bingeh, tékoþîna navbera çînan e. Di þéwaza romanén wisa de tékiliya navbera kesan, wekî lékdana navbera karker û karsaz, axa û gundî, leþker û gerîla derdikeve holé.
Di romana gerdîþî de, tékoþana takekes ya li hemberî civaké û helwesta wî ya li dijî kevneþopiyan derdikeve péþ.
Di berhemén romannivîsé coþdar an jî di romana lîrîk de bingeh, lékdana mirov ya bi xwe re ango hestén kes yén binakok û tékoþîna hundirî ye. Car caran jî ev tékoþînén hundirî û derveyî di romané de li nik hev an di hundir hev de té dîtin.
4.
Dem : Yek ji hémanén romané yén bingehîn jî dem e.
Léqewmînén ku di romané de cî digirin, an jî guhertina mirovan ya ku bingeha romané
digire, di hundiré demeké de pék té. Dixwaze bila romannivîs þayesandina eyama xwe
bike û dixwaze bila heyneke dîrokî vebéje
an jî dixwaze bila demeke demande hilde dest, di
romana wî/é teqez hémana demé heye.
5.
Cî : Di romané
de ji cihé ku bûyer lé diqewime re wargeh (mekan) té gotin. Di navbera jiyana
lehengé/a romané û wargeh de péwendiyeke jénager heye. Ji ber ku di navbera mirové
ku li gund û bajér dijî de cudayî heye, her romannivîs, lehengé/a xwe, li gora rewþa civakî li wargehekî
bihingam û guncaw bi cih dike. Bi vî awayî wargeh
wekî dekoreké di her romané de cihekî girîng digire. Ancax di hin romanan de wargeh ji dekoratiyé derdikeve; dibe pékereke wisa girîng ku
bandoré li ser jiyan û hestén lehengé
romané dike. Bo nimûne : Du wargehén ji hev cuda,
an jî hevnasiya lehengé/a
romané ya bi du civak û þarezahiyén durî
hev , dibe sedema þaþî û tewþbûna wî/é
6.
Hawirdora Komalî (civak) :
Di her romané de wekî her mirovî/é hawirdoreke
komalî ya lehengé romané jî heye. Leheng, car heye xizan car heye zengîn e. Her wiha
hin caran nezan û hin caran jî tér zana ye. Car heye nîjadperest e. Oldar e. Car heye,
péþverû û þoreþger e. Gelek caran jî xwedî pîþe û hokar e. Di romané de hawirdora civakî bi du beþan derdikeve péþberî mirov. Yek;
civaka ku leheng pégiré wé ye. Du; hawîrdora komalî ya ku leheng té de dijî ye. Ev herdu hawîrdor hin caran heman e û hin caran jî cihé
ye. Gava ku cihé be di navbera leheng û
civaké de lékdan, béahengî an jî
nebanektî û ne lihevî rû dide. Çendî ku banektîya mirové/a gundî bi bajér re çetîn be; ya mirové/a
bajarî jî bi gund re ew qa çetîn e.
7. Derûnî (psîkolojî) : Mirov di jiyana fîzyolojîk, psîkolojîk û komelayetî de wekî tevayiyeké té dîtin. Romannivîsé/a serketî, mirov bi vé tevayiyé hilde dest û bi awayekî hunermendane wé pirealiya wî/é dinirxîne. Çendî ku girîngdayina dahûrandina derûnî, pétir di romana psokolojîk de derdikeve péþ dîsa jî her romannivîs bégavî dahûrandin û þayesandina gétiya hundirî ya lehengé xwe dibe. An na romannivîs nikare bi temamî lehengé xwe bi xwendevan bide nasandin. Bo ku mirov dikaribe bizav û tevgerén lehengén romané binirxîne bi qasî pékerén ku bandoré li ser tevgeré dike, hewceyî bi tégihîþtina sedemén derûnî jî heye.
8.
Gelþén Felsefî : Di hin romanan de gelþén derî sirûþtî (metafîzîk) jî wekî mijar
téne neqandin. Romannivîs car caran di
gétiya ku té dîtin re dibuhire, péwendiyé bi gétiya ku nayé dîtin re tatîne û
hewl dide ku raz û nepeniya wé biferisîne.
9.
Bastûr û Plana Romané :
Di hémanén pircure yén romané de pevgirédayiya
bûyeran li gora heyn, rébazén wéjeyî û romanivîsan gelek caran diguhere. Îcar
romannivîs, her gav hunerwerî þanpaziya
xwe di bihevxistina hémanén pircure yén ku di jiyana mirov de cî digirin de nîþan
bide. Di vir de réz kirina bûyeran û eyar
kirina demé jî gelekî girîng e. Romannivîsé/a hézdar û serketî, di jiyana mirovan
de qewameke girîng hilde dest û hemû bûyerén din li dû wé réz dike an li dora wé dicivîne. Veguhéziya bûyerén jiyané
yén lihevketî ne roman e. Çimkî di
romané de bijarte û sentez gelekî girîng in û heta mirov dikare bibéje du
hémanén bingehîn in.
10. Þéwaz : Di romané de þéwaz gelekî muhîm e. Belé þéwaza romané jî li gora romannivîs û rébazén wéjeyé dihuhere. Wekî hemû berhemén wéjeyî yén din, roman jî zédetir bi þéwaza xwe dijî û li ser piyan dimîne. Ji do heta îro navdarî û nirxdariya romannivîsén klasîk û nûjen hemû bi saya bikaranîna zimané þéwaza wan hatiye parastin. Her nivîskarek xwediyé þéwazeke xwe ya taybet e. Þéwaza aîdî romané nîn e; þéwaza aîdî romannivîs heye. Wekî mînak : Gava ku Balzac romané jî binivîse dé wekî Balzac û ceribandiné jî binivîse dé wekî Balzac binivîse. Her wiha, þéwaza Proust ne wekî ya Stendhal e. Þéwaz, dirûvpéxistin û gencîneyeke peyvé ya her nivîskar an romannivîsî/é ji hev cihé ye û xweser e.
Li gora rébazén wéjeyî :
1. Romanén Romantîk
2. Romanén Rastîbîn (realîst)
3. Romanén Siruþtîparéz (naturalîst)
Li gora mijarén xwe :
1. Romanén Serpéhatiyan (Mînak; Romana Alekxan Dumas ya bi navé “Sé Cengawer”
2. Romanén Dîrokî
3. Romanén Derûnî
4. Romanén Gerdîþî
5. Romanén Rastîbîniyén Civakî
6. Romanén Qerfî-Mîzahî (Mînak; Romanén Aziz Nesin)
7. Romanén Dozeyé
8. Romanén Herémî
9. Romanén Béganeyî (egzotîk)
10. Romanén Fenî (Minak; romanén Jules Verne)
11. Romanén Polîsiye
12. Romanén Sporé
13. Romanén Jînenîgarîy (biyografîk) ( Mînak; romana Victor Hugo ya bi navé “Wekî Xewné”
14. Romanén Lewiran (Mînak; romana Jak London ya bi navé “Xwina Gur”)
15. Romanén Zarokan (Mînak; “Poliyanna”
Li gora þéwaza vegotiné :
Bûyerén romané bi awayén pircûre téne vegotin :
1. Romana ku ji aliyé kesé séyemîn té vegotin
2. Romana ku bi þéwaza serboriyé té vegotin
3. Romana ku bi þéwaza nameyé té vegotin
4. Romana ku bi þéwaza diyalogé té vegotin
5. Romana ku bi þéwaza mirov xwe bixwe dikeve nava serboriyan té vegotin
6. Romana ku bi riya wesîqeyan té vegotin
Gotina dawî; li ser rébaz û þéwaza romané gelek tiþt téne gotin belé romanivîs ne hewcedaré péþniyazî û þîreté ye. Ew bi xwe riya xwe dibîne; mijar, þéwaz û cureyén romané bi dilé xwe dineqîne.
QEYRAN
BÛ SEDEMA TÊGIHIÞTINA RASTIYÊ
ADAR
JIYAN
Qeyrana siyasî ya ku ji aliyé rayedarén dewleté de wekî “qeyrana aborî” té binav kirin, û ji aliyé civaka naþî ya Tirkiyé de jî wisa tézanin; çendî ku di jiyana civakî de rûxan û hilþandinén béhed û hidûd pék anîbe jî dîsa divé bé zanîn ku hemû bizav û hewldanén dewleté bo berjewendiyén pégirén dugela nehénî û parastina çeteyén Susurluké, hin rantxwurén Tirkiyé, çînén serdest yén hundirîn û navneteweyî ne.
Mirov dikare bibéje, ev cîhan ser û bin bibe jî dîsa tiþtek bi métingeran û hevkarén wan yén navneteweyî nayé. Lew ra wan hem û merc û derfetén xwe li gora sûd û berjewendiyén xwe yén metinger amade kirine û dikin. Wekî pisîkén mizawir in, tu car liser piþté nabin; her gav li ser piyan dikevin. Bégûman îro, civaka Tirkiyé jî bi van bûyerén dawîn re bi xwe hay bûye. Êdî kér gihaye hestî.. Wekî ku péþiyan jî gotiye : “Rim di çewalan de venaþire.” Her tiþt kifþ û diyar e û her tiþt li ber çavan diqewime. Qeyran, bû sedema tégihiþtina rastiyé. Li gora lékolîn û dahûrandinén civakî , ji hemwelatiyén vî welatî ji sedî heþté baweriya wan bi dewleta wan nayé û dibéjin “ev dewlet ne dewleta min e.” Îcar em dipirsin “Gelo ev dewlet ya ké ye !?
Li aliyé din gelé Kurd, roja 8 Adaré û Newroza 2001’é û vir de biréxistin û péjinkariyeke kemilî helwesta xwe ya di derbaré rewþa îroyîn yaTirkiyé de diyar dike û bo ku li ser welatekî hevkar, jiyaneke azad û aþtiyane pék were, hemû merc û derfetén xwe yén hemwelatiyé dixebitîne û péþniyziyén çareseriyé diqîre. Ne îro; ev bîst sal e ku gelé kurd bi saya ramana afirîneré tevgera azadiyé û bé hejmar leheng û gernasén tékoþîna kurd ya béhempa, xwe biréxistin kiriye. Politîze bû ye, di tékoþîné de stewiyaye. Di her warî de û li her qadan bi péjinkarî û biryarî tevdigere. Péþiya xwe dibîne.Dizane ku çi dike, bo çi tédikoþe û armanca wî çiye. Kûr û dûr difikire. Gavén xwe bi wezin û pivan davéje. Ger ku civaka tirk an jî gelén anatoliyé, laz, çerkez, ereb jî ji roja roj de, li þûna ku birayé xwe yén kurd û tevgera wî ya rewa û di cih de,wekî ciyawazîtiyé nedîtiba an jî nepejirandiba, ewqas éþ û jan û elem û nehéniyén civakî pék nedihat û pirsgirékénTirkiyé jî ewqasî giran nedibûn. Em hévî dikin ku îro tégihîþtine ku bi gelek konetî derewén dewleté xapiyane. Belé dîsa jî wext ne dereng e. Hévî û daxwaza me ew e ku dé di péþerojé de gelé kurd ji aliyé xwîþk û birayén xwe yén tirk, laz, çerkez, ereb de bé fémkirin. Lewra pirsgiréka Kurd tené ne pirsgiréka gelé kurd e. her wiha pirsgiréka hemû gelan û pirsgiréka civaka Tirkiyé û heta pirsgiréka cîhané û tevé mirovahiyé ye.
Bé gûman Tirkiyé pirsgirék ne tené pirsgiréka Kurd e. Bé hejmar pirsgirékén din jî hene. Belé çavkaniya pirsgirékén Tirkiyé bé þik pirsgiréka kurd e. Heta ku ev pirsirék çareser nebe deri li çareseriya tu pirsgirékén din nikare vebe. Bila baþ bé zanîn ku, gelé kurd tékoþîna ku daye ber xwe, ji do û heta îro, bo çareseriya pirsgirékén Tirkiyé û pékanîna welatekî hevpar û girédayî vé biratiya gelan û komara demokratîk e. Dibe ku hin alavén tékoþîné hatibin guhertin, belé sî sal e ku gelé Kurd, bo berjewendiyén Tirkiyé, yekîtî û her wiha xwîþk û biratiya hemû gelén Anatoliyé tédikoþe.
Dem û pévajo li benda helwesta gelan û yekîtiya wan e. Divé ku gel vé rastiyé bi çavén seré xwe bibînin ku tu kurd doza ciyawazî û parçekirina Tirkiyé nake û nekiriye. Berevajiyé wé, îro hem di waré siyasî û hem jî leþkerî de, hemû hewldanén kurdan bo tevayiya nedabaþbar ya Tirkiyé û demokratîkbûna wé ye. Çareserî, helwesta hemwelatiyan e. Bo ku li ser vé xaké, azadî aþtî û birartî pék were divé, ku em hemû (tevé gelan) di hundiré pévajoya makeqanûnî ya demokratîk de, li hemwelatiya komara demokratîk ya rastîn asé bibin û bo wé tébikoþin.Çendî ku bilévkirineke klasîk be jî, em ji dil û can dibéjin , ev welat yé me hemuyan e. Bi qasî birayén me yén tirk; em kurd, laz , çerkez û ereb jî xwediyé vî welatî ne. Yén ku di riya azadbûna vî welatî de bi salan þer dikin, ne nîjadperest û gerebozén ku netewa wan ne diyar e ye. Ma kesén ku eslé wan hebe birayé xwe yén ku di ber vî welatî de xwîna xwe rijandibe ango xwediyé vî welatî yé rastîn mandele dike ?
Mafé gureboz, çete û rantxwiran nîn e ku li vî welaté ku bi xwîna bav û bapîrén tirk, kurd, laz, çerkez û ereban ango þehîdén Çanakkaleyé hatiye avdan xwedî derkevin. Berevajiyé wé, ev welat, welaté wan kesén ku dixwazin biaratiyé, aþtî azadiyé pék bînin e. Jé bihurîna qeyranén siyasî û aborî jî tené dikare bi ruhé aþtîyé, azadiyé û biratiyé pék were. Bo ku ev dewlet û ev welat bibe yén gelan û hemû gel jî wekî hemwelatiyan béne dîtin û pejirandin divé ku tékoþîneke bi tevayî, belé bi biryar bé dayin.